Li Amedê jinek hat kuştin
- Jin
- |
- 9 Adar 2025 09:45
- |
AMED - Li Amedê li Strabucksê di encama gulebaranê de jinekê jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Rezan ya Amedê kesekî nasnameya wî nehat zanîn li dijî şaxa Starbucksê ya li navenda kirîn û firotinê ya Nînovayê êrîşeke çekdarî pêk anî. Di êrîşa duh bi şev de Merve Nûr Y. jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.
Hewldanên ji bo girtina êrîşkarê ku piştî êrîşê ji cihê bûyerê reviya, didome.