Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
- Rojane
- |
- 6 Adar 2025 15:34
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19’ê Kanûna 2024’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirina. Cenazeyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Goristana Şehîd Delîl Saruxan a li bajarê Qamişloyê hatibûn definkirin.
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, gorên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatin ziyaretkirin. Rojnamegerên çûn serdanê, çîçek danîn ser gorên rojnamegeran û bi bîr anîn.