Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
- Rojane
- |
- 27 Sibat 2025 09:05
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina 3’yemîn a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ber bi Girtîgeha Girava Îmraliyê ve bi rê ket.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk tê, ji bo hevdîtina 3’yemîn a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ber bi Girtîgeha Girava Îmraliyê ve bi rê ket.
Şande dê piştî hevdîtinê li Stenbolê daxuyaniyê bide û banga dîrokî ya Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve bike.