Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
- Rojane
- |
- 26 Sibat 2025 13:06
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter derdora Bendava Tişrînê topbaran dikin.
Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê, derdora Bendava Tişrînê bi balafirên şer û çekên giran hate bombebarankirin.
Têkildarî encamên bombebaranê agahî nehatin bidestxistin.