Rojnameger Oznûr Deger sewqî girtîgeheke cuda kirin
- Rojane
- |
- 26 Sibat 2025 10:48
- |
MÊRDÎN - Rojnameger Oznûr Deger ku li Mêrdînê hatibû girtin, sewqî girtîgeheke li Erzînganê hate kirin.
Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger di 7’ê Sibatê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Oznûr Deger ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dihat ragirtin, bêyî ku malbat û parêzerên wê bên agahdarkirin sewqî Girtîgeha Jinan a Erzînganê hate kirin.
Malbata ku ji bo hevdîtinê çû Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hay ji rewşê bû û dîsa vegeriya.