Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
- Cîhan
- |
- 23 Sibat 2025 10:19
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu ragihand ku heta berdana dîlgirtiyên din ên di destê Hamasê de tê misogerkirin, berdana 600 filistîniyên dîlgirtî heta demekê nediyar hatiye taloqkirin.
Li gorî nûçeya BBC'ê; Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu ragihand ku heta berdana dîlgirtiyên din ên di destê Hamasê de tê misogerkirin û heta ku torenên Hamas her hefteyê li dar dixe bidomin, berdana 600 filistîniyên dîlgirtî heta demekê nediyar hatine taloqkirin.
Hamasê di çarçoveya peymana agirbestê û pevguhertina dîlgirtiyan de duh di tura 7’emîn de 6 îsraîlî radestî komên Xaça Sor a Navneteweyî kiribû.