Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
- Rojane
- |
- 20 Sibat 2025 22:27
- |
QERS – Li hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn û piştî vê polîsên sivîl li dora şaredariyê kom bûn.
2’emîn Dadgeha Ceza Gira ya Qersê li hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet alkan 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî û piştî vê polîsên sivîl li dora şaredariyê kom bûn.
Beşek polîsan di wesayîtên xwe de beşek jî li kafeyên derdorê kom bûn. Welatiyen xwestin dîmen bigirin ji aliyê polîsan e hatin astengkirin û welatî ji avahiya şaredariyê durxistin.