Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
- Rojane
- |
- 20 Sibat 2025 08:41
- |
MÊRSÎN - Ciwan li navçeya Akdenîzê li dijî tayînkirina qeyûman daketin kolanan û qeyûm protesto kirin.
Çalakiya ciwanên navçeya Akdenîz a Mêrsînê ya li dijî tayînkirina qeyûman berdewam in. Ciwanên ku li taxên Yenîpazar û Demîrtaşê daketin kolanan, agir hil kirin û berîqet çêkirin. Ciwanan, gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo" berz kirin. Polîsan êrişî ciwanan kir û ciwanan jî bi fîşekên hewayî û molotofan bersiv dan.