Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî dest pê kir

Parve bike:

SILÊMANIYE - Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê û Serokê YNK’ê Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî dest pê kir. 

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hevdîtinên xwe yên li Hewlêr a Herêma Federe ya Kurdistanê, derbasî bajarê Silêmaniyeyê bû. Şande niha jî bi Serokê Giştî yê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî re hevdîitinê dike. 
 
Hevdîtin, li Debaşanê (Li mala Celal Talabanî) tê kirin.