Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun hate binçavkirin
- Rojane
- |
- 15 Sibat 2025 14:50
- |
WAN - Çalakiyên protestokirina tayînirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dest pê kirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan hatin di çalakiyan de hate binçavkirin.
Çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariyên Bajarê Mezin a Wanê dest pê kirin. Hema hema li tevahiya kolanên bajar çalakî dest pê kirin û li gelek noqteyan polîsan êrişî gel kir û berxwedana li dijî êrişan didome. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun di dorpêçê de hate binçavkirin. Her wiha Hevşaredarê Qelqeliyê Ecevît Ceylanci jî di nav de bi sedan kes hatin binçavkirin.