Li Wanê ji ber berfê rêya 235 gund û mezrayan hatin girtin
- Rojane
- |
- 14 Sibat 2025 09:47
- |
WAN - Ji ber berfa zêde ya li navend û navçeyên Wanê, rêya 235 mezra û gundan hatin girtin.
Ji ber berfa zêde ya li navend û navçeyên Wanê, rêya 235 gund û mezrayan hatin girtin. Li cadeyên sereke yên navenda hatin û çûna wesayîtan zehmet bû. Komên şaredariyê xwê li cadeyan direşînin û xebatên paqijkirina rêyan didomînin.
Ji ber berfê li navçeya Miksê rêya 71 gund û mezrayan, li Elbakê rêya 50’an, li Şaxê rêya 100’an, li Artemêtanê rêya 4’an, li Payîzavayê rêya yekî, li Qelqeliyê jî rêya 9 gund û mezrayan hatin girtin.