Binarê Qendîlê hate bombebarankirin
- Rojane
- |
- 13 Sibat 2025 15:17
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bi balafirên şer herêma Binarê Qendîlê bombebaran kir.
Dewleta tirk Herêma Binarê Qendîlê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê bi balafirên şer û SÎHA’yan bombebaran kir.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, Hevşaredarê Binarê Qendîlê Dilşad Îbrahîm diyar kir ku dewleta tirk gundê Bêpalanî yê li ser sînorê Binarê Qendîlê bombebaran kir û liv û tevgera balafirên şer û SÎHA’yan a li ser herêmê didome.