Li Xarpêtê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
- Jin
- |
- 13 Sibat 2025 12:27
- |
XARPÊT - Jina bi navê Ezgî Nûr Bagca ku li Xarpêtê 3 roj bûn agahî jê nedihatin girtin, di daîreya kirê kiribû de mirî hate dîtin.
Jina bi navê Ezgî Nûr Bagca a ku li Xarpêtê dijî, sê roj bûn agahî jê nedihatin girtin. Ezgî Nûr Bagca, di daîreya kirê kiribû de mirî hate dîtin. Piştî xizmên wê agahî dan, komên tenduristû û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî lêkolîna cihê bûyerê, cenaze ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.