Dewleta tirk êrişî gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
- Rojane
- |
- 9 Sibat 2025 10:18
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter êrişî çewliga sewalan û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.
Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk şevê din bi topan êrişî çewliga mezin a sewalan a li Til Temîrê ya girêdayî Kantona Cizîrê û gundên Um El Kêf û Til Cumayê kir.
Di heman saetan de jî gundê Tirwaziyê yê bajarokê Silûkê yê girêdayî Kantona Firatê bi topan hedef hate girtin.