Der barê hevserokên DEM Partî yên Esenyurtê biryara tehliyeyê
- Rojane
- |
- 6 Sibat 2025 20:05
- |
STENBOL- Hevserokên berê yên DEM Partî yên Esenyurtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan hatin tahliyekirin.
Hevserokên berê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Esenyurtê Rojda Yİlmaz û Abdullah Arinan ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibûn girtin danişîna wan ya yekemîn hat lidarxistin. Danişîn li 22’emîn Dadgeha Ceza Giran a Stenbolê hat lidarxistin û her du hevserok bi SEGBÎS’ê tevli bûn.
Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan sucdarî redkirin û parêzerên wan daxwaza beratê kirin. Heyeta dadgehê biryara tahliyeya wan da û runiştin jî taloqî 6’ê Gulanê hat kirin.