Danişîna doza Alkan hate taloqkirin
- Rojane
- |
- 6 Sibat 2025 16:47
- |
QERS - Danişîna doza Hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan hate taloqkirin.
Hevşaredarê Qaxizman a Qersê Mehmet Alkan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Danişîna doza Alkan li 2’yemîn Dageha Cezayên Giran a Qersê hat lidarxistin. Alkan û parêzerê wî hincet nîşan dan û tev li danişînê nebûn.
Li ser vê yekê şandeya dadgehê danişîna dozê taloqî 20’ê Sibatê kir.