Hejmara kesên ji ber şewata Hotêla Grand Kartalê hatine girtin bû 15
- Rojane
- |
- 26 Çile 2025 08:22
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên ji ber şewata Hotêla Grand Kartalê hatine girtin derket 15’an.
Hejmara kesên ji ber şewata Hotêla Grand Kartal a li Kartalkaya ya Boluyê ku 78 kesan jiyana xwe ji dest dabûn hatine girtin, zêde bû. 11 kesên li Hotêla Gazelle Resort & Spa’yê dixebitin hatin girtin ku ev hotêl jî ya xwediyê Hotêla Grand Kartalê Halît Ergul e. Ji 11 kesan 6 jê hatin girtin û 5 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Bi vê yekê re hejmara girtiyan derket 15’an.