Dewleta tirk bajarokê Sirînê bombebaran kir
- Rojane
- |
- 23 Çile 2025 16:13
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bajarokê Sirînê bi balafirên şer bombebaran kir.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; balafirên dewleta tirk bajarokê Sirînê yê li başûrê Kobanê û gundewarên wê bombebaran kir.
Hat zanîn ku bombebarana li herêmê didome.