Girtî Emrûllah Kalkan ji Amedê sewqî Erziromê hat kirin
- Rojane
- |
- 23 Çile 2025 15:17
- |
AMED - Girtî Emrûllah Kalkan ji Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê hate kirin.
Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê bêyî daxwaza xwe sewqî girtîgehên cuda tên kirin. Girtî Emrullah Kalkan jî duh ji Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê hate kirin.
Hat zanîn ku Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê bi telefonê li malbata Kalkan geriyaye û ji rewşa sewqkirinê agahdar kiriye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di rojên berê de jî gelek girtî ji girtîgehên Amedê sewqî girtîgehên cuda hatibûn kirin.