Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Şeybanî bang li Kurdan kir
- Rojane
- |
- 22 Çile 2025 13:57
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê Esaad Hasan Şeybanî, bi zimanê Kurdî daxuyanî da û wiha got: “Kurd li Sûriyeyê bedewî û ronahiyê li cihêrengiya gelê Sûriyê zêde dikin.”
Wezîrê Karên Derve yê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê Esaad Hasan Şeybanî, li ser hesaba xwe ya X’ê bi Kurdî û Erebî peyamek parvekir. Hasan Şeybanî bang li Kurdan kir û wiha got: “Kurd li Sûriyeyê bedewî û ronahiyê li cihêrengiya gelê Sûriyê zêde dikin. Civaka Kurd li Sûriyê ji aliyê rejîma Esed ve rastî neheqiyê hat. Em ê bi hev re welatekî ava bikin ku her kes tê de wekhevî û edaletê hîs bike.”