Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çû Girava Îmraliyê. 

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re çûn Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. DEM Partiyê ragihand ku şandeya wan ji Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan pêk tê.