Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
- Rojane
- |
- 21 Çile 2025 15:57
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di şewata li Hotêla Grandê ya li Navenda Liyanê ya Kartalkaya ya Boluyê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an û 51 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Karên Hundir ê dewleta tirk Alî Yerlîkaya ragihand ku hejmara kesên di şewata li Hotêla Grandê ya li Navenda Liyanê ya Kartalkaya ya Boluyê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66 kesan û 51 kes jî birîndar bûne. Yerlîkaya, saet di 15.00’ê de daxuyanî da û da zanîn ku hejmara miriyan derket 66'an û ya birîndaran jî bû 51.
Li hêla din 2’yemîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Boluyê têkildarî şewatê biryara qedexeya weşanê da.