Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
- Rojane
- |
- 20 Çile 2025 13:55
- |
STENBOL - Bi hinceta gotinên der heqê Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek de, têkildarî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû lêpirsîn hate destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de lêpirsîneke nû da destpêkirin. Serdozgeriyê diyar kir ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû di bernameyekê de der heqê Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek de axivî ye û da zanîn ku ji ber sûcên “gotinên di asta gefxwarinê de” û “hedefgirtina kesên di têkoşîna li dijî terorê de cih digirin” li Îmamoglû lêpirsîn hatiye vekirin.