Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê Cem Aydin de lêpirsîn hate destpêkirin. 
 
Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê Cem Aydin de ji ber parvekirina xwe ya têkildarî Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek, bi îdiayên “heqaret li xebatkarê cemaweriyê kiriye” û “kesên li dijî terorê têdikoşin hedef nîşan daye” lêpirsîn hate vekirin. 
 
Ji bo îfadeyê bang li Aydin hate kirin.