Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYA - Hejmara rojnamegerên di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin derket 6’an.  

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de polîsan li Wan, Stenbol û Mêrsînê bi ser malên rojnamegeran de girtin. Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû. 
 
Di serdegirtinên malan de rojnameger Reyhan Hacioglû li Wanê, Necla Demîr, Rahîme Karvar û Ahmet Guneş li Stenbolê û Vedat Oruç jî li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê hate binçavkirin. 
 
Welat Ekîn jî bi hinceta îfadeyê li Stenbolê hate binçavkirin.