HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
- Rojane
- |
- 15 Çile 2025 14:45
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên HTŞ’ê li Taxa Zoravayê ya Şamê êrişî malên Kurdan kirin.
Endamên Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) li Şamê Taxa Zoravayê ku piraniya şêniyê wê Kurd in dorpêç kirin û bi ser gelek malan de girtin. Endamên HTŞ’ê ku li malan gule reşandin, hinek mal talan kirin û heqaret li welatiyan kirin.
Hat zanîn ku rageşiya li taxê didome.