Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
- Rojane
- |
- 12 Çile 2025 14:31
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bakurê Bendava Tişrînê ku berxwedana gel lê didome, şer û pevçûnên dijwar hene.
Li derdora Bendava Tişrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pevçûnên dijwar diqewimin. Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersivên tund dide êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê. Li herêmê liv û tevgera hewayî jî didome.
Li aliyê din berxwedana gel a li derdora bendavê jî didome. Çalakiya gel a li dijî pevçûnan didome.