DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
- Polîtîka
- |
- 12 Çile 2025 14:29
- |
ENQERE - Di 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê de Hevserokên Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir dîsa hatin hilbijartin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DBP), 7’emîn Kongreya Asayî li Enqereyê li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê li dar xist. Hevserokên Giştî yên DBP’ê yên niha Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir dîsa hatin hilbijartin.