Rojnamegerên hatin qetilkirin li Qamişloyê hatin definkirin
- Rojane
- |
- 11 Çile 2025 16:08
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên hatin qetilkirin, Li Qamişloyê bi beşdariya bi hezaran kesî, hatin oxirkirin.
Cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nüce dişopandin di encama êrişa hewayî ya artêşa tirk de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo hatin definkirin.
Cenazeyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku daxwaza definkirina wan li axa lê jidayikbûn ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe û Tirkiyeyê ve hatibû astengkirin, li Qamişloya ku lê dixebitîn hatin definkirin.
Bi hezaran kes û hempîşeyên rojnamegeran beşdarî merasîma definkirina cenazeyan bûn.