Rojnamegerên jin ên girtî sewqî Girtîgeha Marmarayê hatin kirin
- Rojane
- |
- 10 Çile 2025 11:57
- |
STENBOL - Rojnameger Pinar Gayip, Gulistan Dursun û Serpîl Unal bi îdiaya “dê bibin revîrê” ji qawîşê hatin derxistin û birin Girtîgeha Marmarayê.
Rojnameger Pinar Gayip, Gulistan Dursun û Serpîl Ûnal ku di dema protestokirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de hatibûn binçavkirin û girtin, ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê sewqî Girtîgeha Marmarayê hatin kirin.
Hat zanîn ku rojnameger bi hinceta “dê bibin revîrê” ji qawîşan hatine derxistin û yekser birine Girtîgeha Marmarayê.