Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî gelê diçû Bendava Tişrînê kir
- Rojane
- |
- 8 Çile 2025 16:20
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî welatiyên dixwestin biçin Bendava Tişrînê kir.
Bertekên li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bendava Tişrînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Îro ji gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek kes ber bi bendavê ve çûn.
Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî welatiyên ber bi bendavê ve diçûn kir. Hat zanîn ku di êrişê de hinek welatî hatin qetilkirin û hinek jî birîndar bûn.