Mûçeyê herî kêm ê teqawidan bû 14 hezar û 469 TL
- Aborî-Ked
- |
- 7 Çile 2025 15:15
- |
ENQERE - Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Işikhan got ku mûçeyê teqawidên SSK û Bag-Kurê bûye 14 hezar û 469 Tl.
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat, got ku mûçeyê teqawidên SSK û Bag-Kurê ji sedî 15,75 hatiye zêdekirin û bûye 14 hezar û 469 TL. Bi piştevaniya Wezareta Xizîne û Darayiyê re dê mûçeyê herî kêm ê teqawidan 14 hezar û 469 lîre be.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku mûçeyê teqawidan di nîva tîrmeha 2024’an de ji 10 hezar lîreyan derxistibûn 12 hezar û 500 lîreyan.