Li Erdîşê 3 rojnameger hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 7 Çile 2025 13:15
- |
WAN - Li Erdîşê sê rojnameger li noqteya kontrolê ya polîsan hatin sekinandin û binçavkirin.
Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Şakîr Karadaş û xebatkarên Ajansa Welat (AW) Hulya Taş û Rohat Bulut li navçeya Erdîşê ya Wanê li noqteya kontrolê ya polîsan hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku rojnameger ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Emniyetê ya Erdîşê.