Li bakurê Tişrînê şerekî dijwar diqewime
- Rojane
- |
- 4 Çile 2025 14:24
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihandin ku li bakurê herêma Tişrînê di navbera wan û Tirkiye û komên paramîlîter ên irêdayî Tirkiyeyê de şerekî dijwar rû dide.
Li gorî agahiyên ajansa Nûçeyan a ANHA’yê Tirkiye û komên girêdayî wê niha êrişî gundên Bendava Tişrînê dikin. Hat ragihandin ku Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û YPJ jî bersiva êrişan didin û şerekî dijwar li herêmê rû dide.