Dewleta tirk bi SÎHA’yan avahiya şaredariyê hedef girt
- Rojane
- |
- 3 Çile 2025 13:08
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî avahiya Şaredariya Bajarokê Hurriye ya Tebqayê kir.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî avahiya Şaredariya Bajarokê Hurriyeyê ya li bakurê rojavayê Tebqayê kir.
Têkildarî encamên êrişê agahî nehatin bidestxistin.