Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
- Rojane
- |
- 2 Çile 2025 10:07
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk şevê din li bajarê Zaxoyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê 2 wesayît bi SÎHA’yan bombebaran kir.
Dewleta tirk li gundê Avê yê navçeya Batîfa ya Zaxoyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef girt. Li gorî nûçeya Rojnewsê; di encama êrişê de ziyaneke mezin gihişt her du wesayîtan û pacên hinek malên li derdorê jî şikestin. Hat zanîn ku di êrişê de tu ziyanên canî çênebûne.