Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
- Rojane
- |
- 27 Kanûn 2024 14:11
- |
ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê 14 herêm ji bo 15 rojan weke “herêmên ewlehiya taybet a demkî” ragihand.
Walîtiya Şirnexê, herêmên çiyayên Gabar, Cûdî û herêma Bestayê ku talankirina xwezayê lê didome jî di nav de, 14 herêm ji bo 15 rojan weke “Herêma ewlehiya taybet a demkî” ragihand.
Herêmên ku hatine qedexekirin û wiha ne: “Herêma Besta, çiyayên Gabar, Cûdî, Çiyayê Kurt, Kela Memê, Textê Reş, Donmezler, Kovankaya, Husrev Paşa, Suhurpaşayayla, Încebel Daglari, Feraşîn, Altin Daglari û Oymakkaya.”