Ji bo cenazeyên rojnamevanan serlêdan
- Rojane
- |
- 21 Kanûn 2024 11:50
- |
MÊRDÎN - Malbatên rojnamevanên hatin qetilkirin Nazim Daşatn û Cîhan Bîlgîn, ji bo cenazeyên wan bînin bajarê wan serî li ÎHD û OHD'ê dan.
Ji bo cenazeyên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin bînin bajarê wan serlêdan hatin kirin. Malbatan serî li şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Mêrdînê dan.
Hat hînkirin ku dê ÎHD û OHD têkildarî serlêdanê hevdîtinên bi dozgeriyan re bikin.