Tirkiyeyê gundê Kobanê bombebaran kir
- Rojane
- |
- 19 Kanûn 2024 20:02
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafireke bêmirov a aîdê Tirkiyeyê birca gundê Qişlê yê başûrê Kobanê bombebaran kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar(ANHA), balafireke bêmirov a Tirkiyeyê birca li gundê Qişlê yê başûrê Kobanê bombebaran kir. Der barê ku windahiya can heye an na de agahî nehatin bidestxistin.