Bû 23 roj hêj jî wezaretê ji bo Îmraliyê ‘dema guncav’ diyar nekiriye
- Rojane
- |
- 18 Kanûn 2024 11:41
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî serlêdana DEM Partiyê ya 23 roj berê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re kiribû, wiha got: “- Em ê dema guncav diyar bikin.”
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re di 26’ê Mijdarê de serî li Wezareta Dadê dan. Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç jî têkildarî serlêdanê daxuyaniyeke nû da û got: “Em ê demeke guncav diyar bikin.” Tunç, diyar kir ku piştî hevdîtinên bûdçeyê yên li Lijneya Giştî ya Meclisê bi dawî bûn, dê biryara têkildarî serlêdanê bikin.