Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişan rabûn ser pêyan
- Rojane
- |
- 16 Kanûn 2024 13:41
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên SMO’yê daketin qadan.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Bi deh hezaran kes li Kobanê li dijî êrişan daketin qadan. Welatiyan bi yek dengî êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter şermezar kirin.
Piştî meşa li bajar, daxuyanî hate dayin.