Di êrişa SÎHA’yan de 3 kes birîndar bûn
- Rojane
- |
- 9 Kanûn 2024 15:24
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk li ser rêya Zirgan-Dirbêsiyê wesayîteke sivîlan hedef girt û di êrişê de 3 sivîl birîndar bûn.
Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. SÎHA’yên dewleta tirk li ser rêya Zirgan-Dirbêsiyê li herêma di navbera Şora Rojava û Şora Rojhilat de wesayîteke sivîlan hedef girt. Di êrişê de 3 sivîl birîndar bûn.
Hat zanîn ku navê birîndarekî Mihemed Ewad (53) e û rakirin nexweşxaneyeke Dirbêsiyê. Hat zanîn klu du sivîlên din ên bi giranî birîndar bûyîn jî rakirine nexweşxaneyên Hesekê.