Di êrişa SÎHA’yan a dewleta tirk de 12 sivîl hatin qetilkirin
- Rojane
- |
- 9 Kanûn 2024 10:52
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk a li dijî Eyn Îsayê de piranî jê jin û zarok bi giştî 12 sivîl hatin qetilkirin.
Di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk a li dijî gundê El Mustareha yê Eyn Îsayê de piranî jê jin û zarok bi giştî 12 sivîl hatin qetilkirin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk şevê din saet derdora 23.00’yê êrişî gund kir û di êrişê de 12 sivîl bi hovane qetil kir.