Amed di nava mijê de ma

Parve bike:

AMED - Ji serê sibehê ve li Amedê mijeke zêde heye û bajar di nava mijê de winda bûye. 

Li Amedê pileya germahiya hewayî 3 ye û ji serê sibehê ve li navenda bajar mijeke zêde heye. Li bajarê ku di nava mijê de mayî mesafeya dîtinê li gelek deveran pir kêm bûye.