Bi SÎHA'yan êrişî Dêrikê hat kirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
- Rojane
- |
- 4 Kanûn 2024 19:44
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - SÎHA aydê Tirkiyeyê bajarê Dêrikê ya Kantona Cizîrê bombebaran kir û kesî jiyana xwe ji dest da.
Wesayîta hewayê ya be mirov a çekdarî (SÎHA) ya Tirkiyeyê, li bajarê Dêrik a Kanton a Cizîrê cihê şûştina wesayîtan a bi navê "Ararat" bombebaran kir. Di encama bombebaranê de du kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî bi giranî birîndar bû. Piştî bombebaranê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Li aliyê din jî tevgera balafirên kifşê yên Tirkiyeyê didome.