Li Dêrsimê 5 kes hatin berdan
- Rojane
- |
- 3 Kanûn 2024 16:01
- |
DÊRSIM - Pênc kesên şevê din bi hinceta protestkirina tayînkirina qeyûm li Dêrsimê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Duh bi şev li Dêrsimê 5 kes bi hinceta tev li çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm bûne, hatin binçavkirin. Welatiyên bi navên Ertan Çita, Ozkan Arslan, Ozcan Ateş, Çagdaş Bagaç û Yoldaş Toka piştî îfadeya li dozgeriyê, bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê, bi şertê kontrola edlî biryara berdana wan da.