Ongullu piştî 30 salan hate berdan
- Rojane
- |
- 3 Kanûn 2024 13:21
- |
ENQERE - Abdullah Ongullu ku 30 sal bûn di girtîgehê de bû, ji Girtîgeha Afyonê hate berdan.
Abdullah Ongullu yê li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Afyonê dihat ragirtin, piştî 30 salan şevê din hate berdan. Ongullu, di sala 1994’an de hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Ongullu, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe ve hate pêşwazîkirin. Ongullu derbasî Stenbolê bû û tê payîn hefteya pêş derbasî bajarê xwe Sêrtê bibe.