3 gundên Efrîn-Şehbayê hatin bombebarankirin
- Rojane
- |
- 1 Kanûn 2024 10:36
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk û komên wê yên paramîlîter gundên Merenaz, Şêx Îsa û Um El Hoşê yên Efrîn-Şehbayê bombebaran kirin.
Êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; gundên Merenaz, Şêx Îsa û Um El Hoşê hatin bombebarankirin.
Têkildarî encamên bombebaranê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.