DEM Partî: Bila gelê me mafê xwe yê protestoyê bi kar bîne
- Rojane
- |
- 29 Mijdar 2024 22:23
- |
ENQERE - DEM Partî li ser desteserkirina Şaredariya Miksê bang li gel kir ku mafê xwe yê protestoyê yê demokratîk bikar bîne.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê desteserkirina Şaredariya Miksê de daxuyanî da.
Di daxyaniya partiyê ya li ser media dijîtal de wiha hat gotin: “Ceza li Hevşaredarê me yê Şaredariya Miksê ya Wanê Ayvaz Hazir birîn û ev yek kirin hinceta tayînkirina qeyûm. Em li dijî darbeya qeyûm ku bi awayekî bêmaf û bêhiqûqî vîna me desteser kir, bang li gelê xwe dikin ku mafê xwe yê protestoyê yê demokratîk bikar bînin.”