Qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin
- Rojane
- |
- 29 Mijdar 2024 19:53
- |
WAN - Qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin.
Piştî bi îdiaya "bêyî endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûc kiriye" 3 sal û 11 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Miks a Wanê Ayvaz Hazir hat birin, qeyûm tayinî şaredariyê hat irin.
Li şûna Hevşaredar Ayvaz Hazir û Nebahat Benekê qeymeqam Harun Arslanargûn wekî qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin.
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Miksê kirin, bi sedan welatî kom bûn û bertekên xwe nîşan dan. Welatiyan bênavber dirûşmeya “Qeyûm dê biçe dê gel bê” berz kirin. Çalakiya welatiyan a li pêş şaredariyê didome.